FilistînLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyd Hesen Nesrulah: Karê Trump, Balforeka nû ye

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê, pêgîrî kir: Tevî derbasbûna 100 salan ji daxuyaniya Balforê, bi vê karê dewleta Amerîkayê ya dijî Qudsê, em bûne şahidê Balforeka nû.

Seyd Hesen Nesrulah, sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê li axiftina xwe ya li televîzyonê li bara nasandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst ji aliyê Donald Trump ve, got: Trump bi vê biryara xwe, Qudsê xiste bin desthilatdariya tam a siyonîstan û niha siyonîst wê pêvajoya cihûkirina Bêyt Ul Muqedesê û avakirina bajarokên siyonîstan, billezînin.

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê destnîşan kir: Bi vê biryara Trump, Mizgevta El Eqsayê rastî xetereka cidî hatiye û ev biryara amerîkiyan wek îhaneta li bi mîlyonan misilman û xaçparêzan û hestên wan e.

Seyd hesen Nesrulah, bi pêgîriya li ser vê yekê ku Bêyt Ul Muqedes dil û mêhwera sereke ya mesela Filistînê ye got: Hinek ser vê bawerê ne ku Trump bi vî karê xwe guleya dawiyê (guleya mirinê) ber bi gotûbêjên aştiyê yên di navbera filistîniyan û Rejîma Siyonîst de avêt û ew muzakire bi dawî hatin û hinek jî ser vê bawerê ne ku ev muzakire ji mêj ve bi dawî hatibû û Trump, mirina wê ragihandiye.

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libnanê destnîşan kir: Îsraîl rêzê li qanûn, peyman û hevhatinnameyên navneteweyî nagire û tu nirx û bihayekê nade civaka navneteweyî.

Sekreterê giştî yê Hizbulaha Libannê, herwiha got: Divê welatên îslamî û welatên ereb, balyozên Merîkayê vexwînin û li hember biryara Trump a li ser Qudsê bi awayekî fermî bertek nîşan bidin.

Başa dön tuşu