AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Berfirehbûna xebatên çandî di navbera Îran û Iraqê da

Wezîrê çanda Iraqê ji berfirehbûna xebatên çandî-hunerî di navbera Komara Islamî ya Îranê û Iraqê xeber da.

Feryad Rewandizî wezîrê çanda Iraqê li rêûrisma destbikarkirina nîşangeha hunermendê îranî ya ser navê “ Teyrek ji Rojhilatê“ li Bexdayê got: Ev nîşangeha li çarçîva rêketinnameyên navbera wezaretxanên çanda du welatan vebû û li gorî rêketinnamên navbera du welatan, hevkariyên çandî di navbera Têhran û Bexdayê dê berfirehtir jî bibin.

Hesen Danayîfer baylozê Îranê li Iraqê jî bal kişande ser pêşwaziya germ a xelkê Iraqê ji vê nîşangeha “Nîgargeriya Mozexana Îranê“ li Bexdayê û destnîşan kir; Bexda û Têhranê bi dû berfirehtirkirina hevkariyên xwe yên çandî-hunerî bi taybet li babetên wekî hunerên Sînema, Şano, Nîgargerî û Neqaşiyê ne.

Nîşangeha Nîgergeriya hunermendekî Îranê ser navê “ Teyrek ji Rojhilatê“ bi hevkariya wezareta Çanda Îranê û Iraqê li Bexdayê bi rê ket û gelek ji xelk û berpirsên vî welatî serdana vê nîşangehê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu