ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî vegeriya Têhranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sefera xwe ya fermî bo Rûsiyê bi dawî anî û vê sibê vegeriya Têhranê.

Li gorî rapora malpera serokkkomariyê, Hesen Rûhanî li sefera xwe ya Moskowayê bi serokkomar û serokwezîrê Rûsiyê re hevdîtin pêk anî û li bara  meselên  herî giring ên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha doktoriya şanaziyê (Magister degree) ya zanîngeha  dewletiya Moskowayê wergirt û nav koma  mamoste û xwendekarên  vê zanîngehê axift û hevdîtin û gotûbêjek jî  tev îraniyên  rûniştiyê Rûsiyê re hebû.

Hesen Rûhanî beriya ku vegere Têhranê li gotûbêja bi nûçegihanana re got: Zirûfên zav û curbicur jibo berfiehkirina pewendiyên  navbera Îran û Rûsiyê hene û her du dewletan viyana pêdivî jibo berfirehkirina van peywendiyan û xebitandina  zirûfên xwe hene.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  berfirehkirina  peywendiyan bi Rûsiyê re ji hêla navneteweyî û ji hêla  ewlehiya navçê jibo Îranê pir giring e û diyar kir: Îro rojê terorîzm gef û xetereke mezin jibo navçê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Îran û Rûsiye li du salên buhurî peywendiyên baş bi hev re hebûne û jibo rawestana li ber terorîzmê, hewldana  jibo damezrandina  aşitî û ewlehiyê li navçê û çareserkirina pirsgirêkên  Sûriye û Iraqê hevkariyên kêrhatî hebûne.

Hesen Rûhanî diyar kir:  Li hevdîtina bi Putîn re jî beşek ji muzakiran ser Sûriye, Iraq, Yemen, Efxansitan, pirsgirêkên navçê û heta  pirsgirêkên ewlehiyê yên Asiyaya navenî û Qefqazê bû.

Hesen Rûhanî berêvariya  roja duşemiyê ser deweta fermî ya Viladîmîr Putîn sefera Moskowayê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu