ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê inqilabê: Xêrnexwazan careka din wê negihêjin armancên xwe

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser komploya dijminan ji bo xistina nakokî û qelişê di navbera nizama islamî û gel û pêgirî kir: Heke pîvan û parametrên iqtidara netewî bên xurtkirinê û li hemberî dijminan sistbûn û teslîmbûn neyê nîşandayînê, xêrnexwaz wê careka din negihêjin armancên xwe.

Hezretê ayetulah Xamineyî îro li merasima kutabûna dewra perwerdeya efserî ya xwendekarên Zanîngeha Îmam Husên (S) herwiha got: Hegera herî mezin ji bo iqtidara gelê Îranê eva ye ku yek ji zilhêzên herî dilreq û xwînrêj ên cîhanê yanî Amerîkayê di 40 salên buhurî de her cure hewl û şerûtîyek ji bo sekinîna li hemberî gelê Îranê daye û kirîye, lê nekarîye derbê li vî gelî bide û li hemberî vê yekê gelê Îranê li pêş ketîye.

Hezretê ayetulah Xamineyî got: Ji ber hêz û pêşketina Nizama Komara Îslamî ya Îranê, dijminatîya Amerîkayê zêdetir bûye û helbet bêzarîya gelê Îranê li hemberî Amerîkayê jî roj bi rojê zêdetir bûye.

Wî pêgirî kir ku Komara Îslamî ya Îranê pergalek e ku pişta xwe kutaye gel û bawerî, dilovanî û hestên gel jê re bûye palpişt û bal kişand ser têkçûna hewldanên serokomarên berê yên Amerîkayê ji bo sekinîna li hemberî Komara Îslamî û got: Armanca dijminan ji zextên aboriyê yên niha, bêzarbûn û azirandina gel e lê bi alîkarîya Xwedê teala, em ê peywendîya xwe digel miletê xwe roj bi rojê zêdetir bikin û bi parastina hevgirtina dijminşikên a xwe, ciwanên bawermend û bi viyan û bi moral û têkoşer bihêz bikin.

Rêberê giranqedir ê înqilabê “iqtidara rastî“ ew iqtidara da zanîn ku ji nav gel û ser bingeha serxwebûn û azadîyê pêk hatibe û got: Eva ne iqtidar e ku hin welat dirêv bidin bîyanîyan û çek û cebilxaneyên tijî ji wan bikirin û an hin welat ji wî aliyê cîhanê ve bên û li welatekî herêmê baregehan damezirînin û xwîna gelê wî welatî bimêjin ta ku iqtidara binemalekê biparêze,evana mînakên sefêkatî û rezaletê ne.

Hezretê ayetulah Xamineyî pêkanîna hevalbendîyên herêmî ji alîyê Amerkayê ve ji bo sekinîna li hemberî Nizama Komara Îslamî, hegera din a hêz û iqtidara gelê Îranê da zanîn û got: Heke Amerîkayê bikarîya bi tena serê xwe bigihêje armancên xwe, hewcedarê pêkanîna hevalbendîya digel welatên rûreş û paşvero yên herêmê nedibû.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê herwiha pêgirî kir: Ew roja ku gelê Îranê di astekê de be ku dijmin newêribin êrişa leşkerî, aborî, ewlehî û sîyasî ser vî gelî bikin, ne dûr e û dê ciwanên me wê rojê bibînin.

Başa dön tuşu