ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Nabe Iraq bibe baregehek jibo êrişa ser Îranê

Serokomarê Iraqê pêgirî kir ku Bexda naxwaze axa Iraqê jibo êrişa dijî cînarên vî welatî were bikaranînê.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a SNN`ê da acizbûna xwe ji ber sepandina boykotên ser gelê Îranê da dîyar kir û got: Bexda naxwaze axa Iraqê jibo êrişa ser cînaran ji wan Îranê were bikaranînê.

Berhem Salih herwiha pêgirî kir ku gelê Iraqê pêrgî boykotê bûye û di vî warî de hesta hevgirtina digel miletê Îranê dike.

Serokomarê Iraqê derbarê gurrbûna gêreyan li herêmê de jî got: Em bi rastî ji ber dijwarbûna gêreyê û dûhatên wê jibo Iraqê dilgiran in. Iraq mideha 40 salên buhurî da ji cehnemê derbas bûye û pişka dawîyê ya wê jî şerê wêranker himberî DAIŞ`ê bû. Em dixwazin giranîya bala xwe bidin ser aştî, jinûveavakirin û pêşketinê. Lê em ber bi bereyên handêrê pevçûnê va tên kaşkirinê û ez ji hemî welatên akter li herêmê û cîhanê re dibêjim ku ewlehî û istiqrara Iraqê girîng û pêwîst e û nabe serketina ku me bi dest xistîye, kêm were zanînê.

Serokomarê Iraqê di bersiva pirsekê têkildarî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ser Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê de got: Dewleta Iraqê sîyasetek heye ku ji hêla partîyên sîyasî yên sereke, ji wan Fermandeyên Heşdi Şeibî va hatîye erêkirinê. Ew hêzana di bin fermana Serokwezîr da ne û hêzên amerîkî yên li Iraqê jî ligorî daxwaz û vexwendina dewleta Iraqê jibo alîkarîya di warê têkoşîna dijî DAIŞ`ê û têrorîsmê da hatine û her cure êrişa ser wan êrişa ser dewleta Iraqê ye û dewleta Iraqê yê himberî wê bisekine.

Başa dön tuşu