IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Partîyên Iraqê bo pêkanina kabinêyê piştgirî bidin Adîl Evdilmehdî

Serokomarê Iraqê piştî hevdîtina digel serokwezîrê vî welatî, ji partîyên sîyasî xwest ku ji bo kemilandina kabînê pişta Adil Evdilmehdî bigirin.

Li gorî rapora Ayn ul Iraq News`ê, nivîsgeha Berhem Salih serokomarê Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku di hevdîtina duh a Berhem alih û Adil Evdilmehdî li Qesra Selamê li Bexdayê de, her du alîyan alûgurên herî dawîyê yên sîyasî û mijara kemilandina kabîna nû ya Iraqê hilkolandin.

Di vê daxûyanîyê de hatîye ku her du alîyan di vê hevdîtinê de derbarê girîngîya pêkanîna hikûmeteke xurt ku bikare erkên xwe ji bo dabînkirina daxwazên gelê Iraqê cih bîne, gotûbêj kirin.

Di dewama daxûyanîya nivîsgeha serokomarê Iraqê de hatîye ku wî piştî vê hevdîtinê ji partîyên sîyasî xwest ku berjewendîyên netewî seratir ji yên xwe bizanibin û pişta serokwezîr ji bo kemilandina kabîna xwe bigirin.

Di dawîya vê daxûyanîyê de pêgirî li ser piştgirîya serokomarê Iraqê ji hewildanên derheq pêkanîna istiqrarê li vî welatî û jinûve avakirina deverên din ên Iraqê hatîye kirinê.

Başa dön tuşu