IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salihê, Adil Ebdulmehdi û Mihemed Helbûsi civiyan

Serokên sê saziyên sereke yên Iraqê li ser pêwîstiya kemilandina kabneya dewleta federal û berxwegirtina siyaseta navînrêtiyê di pêwendiyên derveyî yên vî welatî pêgirî kirin,

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Navenda ragihandinê ya Saziya serokomartiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Berhem Salihê serokomar, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr û Mihemed Helbûsiyê serokparlimanê vî welatî êvara Yekşemiyê li koşka serokomartiyê ya El Selamê li Bexdayê li hev civiyan.

Di vê civînê de tevî hilkolandina rewşa siyasî, abûrî, ewlehî û qanûndarêjiya Iraqê, li ser pêwîstiya kemilandina kabîneya dewleta federal û girîngiya cihanîna bernameyên wê jibo serêxwegirtina xwestekên gelê vî welatî pêgirî hat kirin.

Serokên sê saziyên sereke yên Iraqê rewşa niha ya parêzgeha kêşeliser a Kerkûkê li bakur û parêzgeha sînorî ya Diyaleyê li rojhilata vî welatî jî hilkolandin û ragihandin ku jibo pêkhatina ewlehî û aramiyê li van du parêzgehan divê ji riya nêrîna gotûbêja kêrhatî, pêkhatina morala pêkvejiyana bi aştî navbera çîn û qatên cûrbicûr û beşdariya giştan di warê rêvebiriyê, bi awayê hevaheng hewildan pêk were.

Di warê siyaseta derveyî ya Iraqê jî Salih, Ebdulmehdî û Helbûsî li ser pêwîstiya hevahnegiya navbera Serokên sê saziyên sereke yên Iraqê jibo yekparçekirina gotin û helwêsta fermî û berxwegirtina rêya navînrêtîyê di warê siyaseta derveyî ya vî welatî pêgirî kirin.

Başa dön tuşu