ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salihî: Rola Komara islamî ya Îranê wekî welatê cînar, dost û hevalbendê Iraqê li van salana gelekê girîng, bi erziş e û ciyê qedrzaniyê ye

Serokkomarê Iraqê li cejna salvegera serketina vî welatî li hemberî terorîstên DAIŞê, hema taybet ji siyaset û piştevaniyên Komara islamî ya Îranê ji xelkê Iraqê li sê sal şerê dijî terorîstên DAIŞê qedrzanî kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Berhem Salêh serokkomarê Iraqê îro şemiyê li cejna salvegera serketina vî welatî li hemberî  terorîstên DAIŞê herwisa ji helwêstên Ayetullah Sîstanî merceyê mezine dînî li Iraqê, hêzên çekdar û heşda Şeibî li salên şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê qedrzanî kir û got: Rola Komara islamî ya Îranê wekî welatê cînar, dost û hevalbendê Iraqê li van salana gelekê girîng, bi erziş e û ciyê qedrzaniyê ye.

Berhem salêh herwisa li bara bi direngîketina pêkhatina dewleta Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê jî hişyarî da û got: Pêwîst e ku em bi lêbihurîn û rêketinekî du alî hêviyê bidin cewanên iraqî û kutahiyê bidin neyariyan û rûpelekî nû li peywendiyên nav Iraqê vekin.

Wî herwisa bal kişande ser kêşeyên pêşberî xelkê Iraqê û ragihand ku Xebata dijî gendeliyê, baştirkirina rewşa xizmetguzariyan, behsa jinûveavedankirina navçên kavilbûyî, zivirîna awareyan, piştevaniya ji malbatên şehîdên şerê dijî terorîzmê û wehdeta netewî gere ku wekî pilanên sereke li nav Iraqê bin.

Başa dön tuşu