ÎranNûçeRojhilatanavin

Berhemanîna nifta xav a Îranê heta biharê dê bigihêje çar miliyon bermîlî di rojê da

Birêvebirê Kompaniya Neteweyiya Nifta Îranê qala bidestxistina berhemanîna çar miliyon bermîl nift di rojê da heta bihara 2017`an kir.

Elî Kardor birêvebirê Kompaniya Neteweyiya Nifta Îranê roja şemiyê li çaremîn civîna navneteweyî ya Kolandinê li Têhranê got: Biryar bû heta mehek din Îran çar miliyon bermîl nifta xav di rojê da berhemm bîne ku bi derengiyeke yekmehî, ev armanc wê di bihara 2017`an da serê xwe bigire.

Kardor her wiha got: Berhemanîna  miliyarek û 300 miliyon mêtra Kûp û çar miliyon û 700 hezar bermîl nift di rojê da armanca din a Îranê ye.

Cîgirê wezîrê niftê yê Îranê her wiha bal kişande ser biryarnameyên teze yên Îranê û got: Heta niha 29 kompaniyên navmneteweyî û 11 kompaniyên navxweyî ji bo beşdariya li van biryarnameya hatine piştrastkirin.

Elî Kardor rola kolandinê li qonaxên jorîn ên pêşeya niftê jî bibandor da zanîn û got: Divê em bi saya bikaranîna têknolojiyên teze, behrewergirtinê li vê beşê zêde bikin.

Çaremîn civîna navneteweyiya du rojî ya kolandinê roja şemiyê bi amadebûna kompaniyên navxweyî û navnmeteweyî bi armanca hilkolandina rewşa pêşeya kolandinê li warê navneteweyî li Navenda Civînên Navneteweyî ya saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê dest pê bûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu