AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Berhemanîna Oranyomê heta 10 rojên din wê ji 300 KG derbas bibe

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê amajeyî bêsozîya welatên ewrûpî di warê cihanîna sozên têkildarî Rêketinama Atomî ya digel Îranê de kir û got: “Berhemanîna Oranyomê li Îranê heta 10 rojên din wê ji 300 Kîlogiramê derbas bibe”.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Bêhrûz Kemalvendî îro li koma nûçegîhahan amajeyî pêngavên herîdaîyê yên Îranê di çarçova rawestandina hin pêngavên girêdayîyê Rêketinama Atomî de kir û got: “Berhemanîna Oranyomê li Îranê 4 beranber bûye ku heke rayedarên Komara Islamî fermanê bidin, dê ji wê jî derbas bibe”.

Kemalvendî bi gotina wê yekê ku dema asta berhemanîna Oranyomê ji 300 Kg`ê derbas bû, Îran dê leza zêdekirina Oranyoma zengînbûyî bi pilleya 3.67`ê jî zêde bike, dîyar kir: “Ev asta dikare bi hêsanî bigihêje sedî 20`ê”.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê pêgirî kir ku heta 75 rojên bê Îranê bazarek jibo firotina Ava Giran a zimhêrkirî tinebe, Ava Giran a zimhêrkirî dê ji 130 Tonî derbas bibe û got: “Ligorî Rêketinama Atomî, Ava Giran a zimhêrkirî ya Îranê dikare li bazarên navnetewî were raberkirinê lê diqewime Îran ji ber hewcedarîyê wê raberkirinê rawestîne”.

Kemalvendî bi gotina wê yekê ku pêngavên Têhranê di çarçova xalên 26 û 36 ên Rêketinama Atomî da ne, pêgirî kir: “Heke parastina Rêketinama Atomî jibo welatên ewrûpî girîng e, divê ew hewla xwe bidin”.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê amajeyî pêngava amerîkîyan a dijî şirketên berhemînerê Radyodermanan ên Îranê jî kir û got: “Boykotkirina şirketên berhemînerê Radyodermanan ên Îranê, têrora mirovan e”.

Başa dön tuşu