IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya li bara komploya dijminan ji bo parçekirina Iraqê

Hadî Amêrî sekreterê Rêxistina Bedra Iraqê roja îniyê li mehrîcana  medyayî ya Xedîrê li parêzgeha  Necefa Eşref got: Hin plan ji bo parçekirina Iraqê bi sê welatên biçûk an herêmên li gor nijyara eşîretî an nijadî hene .

Amêrî ser Yekitiya Iraqê pêgirî kir û got: Rêxistina Bedrê bi parçekirina  Iraqê bi her mehneyê ku be dijberiyê dike ji ber ku  eva yanî destpêbûna şerê navxweyî loma li hember van planên  parçekirinê radiweste.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê destnîşan kir: Rejîma Siyonîst piştgiriyê dide parçekirina welatên Iraq û navçê û pêkanîna qeyranê.

Amêrî destnîşan kir: Firqeçopî û koma terorîst a DAIŞ`ê ti cih û şûneke xwe li Iraqê tine ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu