EwropaNûçe

Bernamên hevpar ên Koreya başûrî û Emerîkayê jibo kontrolkirina Koreya bakurî

Emerîka û Koreya başûrî ragihandin ku li çarçowa ceribandinên mûşekî yên Koreya bakurî bernameyên hevpar jibo kontrolkirina vî welatî hildikolin.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  wezareta  karên derve ya Koreya  başûrî roja duşemiyê  li daxûyaniyekê ragihand ku  wezîrên karên derve  û berevaniyê yên vî welatî li warê cihanîna  pêvajoya  bernameyên hewaheng jibo bisînorkirina  Piyong Yang sefera Waşengtonê dike .

Li vê daxûyaniyê hatiye : Sefera rayeadrên Kureyî bo Waşengtonê muhtemel e li Cotmeha 2016an cih were û yek ji armancên sereke  yên wê peydakirina hin tedbîran jibo girtina pêşiya  bernameyên  Koreya bakur e ku li halê xurtkirina  şerên navokî û mûşekî yên Balistîk e.

Vê daxûyaniyê bal kişandiye ser  penaberbûna  dîplomatê pilebilind  ê Koreya  bakurî li Londonê  û ragihand ku li mehên derbasbûyî hejmara  van penaberan  zêde bûye .

Li daxûyaniyê hatiye, dema ku hejmara  şareza û dîplomatan û rayedarên  penaber ên Koreya  bakurî zêde dibe,  kêrhatîbûna  boykotên aborî yên navneteweyî rohn û zelal dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu