Berpirs û gelê Îranê dê bersiveke qahîm bidine yên ku gefê li ewlehiya neteweyî ya Îranê dixwen
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna berpirsên pilebilind ên dadaweriyê got: Komara Îslamî ya Îranê li navçê li hember nizama serdestxwaz û hikûmetên ser bi nizama ser bi pergala serdestîxwaz sekiniye û êrişên 7 Juenê yên endamên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞê li Têhranê jî ji ber berxwedan û heqxwaziya gelê Îranê bû.
Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku ev êrişên terorîstî viyna gelê Îranê dê lawaz neke û got : Piştî serketina inqilaba Îslamî, Emerîka û dewletên paşvero bicaran bi avakirina grûpên terorîstî û piştgiriya ji wan dixwstin ku li hember Îranê rawetin ku bikaribin li dijî berxwedanê rabin û pêşiyê lê bigrin lê Komara Îslamî ya Îranê, pîlan û komployên wan bêencam hişt.
Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê destnîşan kir: Bi berxwedana gelanî û qaweta Komara Îslamî ya Îranê li navçê, berxwedanek pêk hatiye ku bi milyaran dular xercên ku alîgirên terorîstan kêşane neghêje ti encamê.
Wî her wiha bala xwe da ser piştgiriya nerasterast a dewekarên mafên mirovan ji wan Emerîkayê ji êrişên terorîstî û tekez kir: Siûdiyan pêştir raghandibûn ku divê cengê bikşînin nav Îranê lê bila xatircem bibin ku beşdariya gel, yekitiya di navbera berpirsan û gelê rê nade tu liv û tevgerekê ku bixweze ewlehiya neteweyî ya Îranê lawaz bike.
Çarşemiya heftiya buhurî li encama êrişên endamên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ ser meclisa şêwra îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumeynî(RE) li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û 52 kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)