ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berpirsê karûbarên heciyên îranî, Îran bi dû heceke birûmet e

Nûnerê weliyê Feqîh li karûbarên Hec û Ziyaretê got: Komara islamî ya Îranê bi dû hecekî serbilind û bi şerafet e.

Huccetul-islam Velmuslimîn Elî Qazî Esker nûnerê weliyê Feqîh li karûbarên Hec û Ziyareta Komara islamî ya Îranê li press konferansa xwe ya pêncşemê şev destnîşan kir; Komara islamî ya Îranê pê berçavgirtina hikmet, meslehet û serbilindiya gelê xwe bona pişkdariya li rêûrisma heca sala tê dê li gotûbêjên 23 Sibata 2017 pêşniyarên xwe bêje Erebistanê.

Huccetul-islam Velmuslimîn Elî Qazî Esker hêviya xwe daye diyarkirin ku berpirsên erebistanî piştî pêşniyarên Îranê, hevrêtiyê bikin ta ku haciyên îranî bi serbilindî pişkdariya rêûrisma heccê bikin.

Nûnerê weliyê Feqîh li karûbarên Hec û Ziyaretê bal kişande ser viya ku pare jî qirar bû ku haciyên îranî pişkdariya rêûrisma heccê bikin lê karbidestên Erebistanê hinek ji şert û mercên Îranê qebûl nekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu