IraqNûçeRojhilatanavin

Berpirsê payebilind ê Iraqê hişyariya vegera rêxistina terorîstî ya DAIŞê ji Iraqê re dide

Îro 05.08.2018ê parêzgerê berê Nînowa û yek ji rêveberên pêkhateya sunneyên Iraqê Esîl Nuceyfî ragehand, demek berî naha jî çekdarên DAIŞê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê de li parêzgeha Nînowa di tevgerê de bûn.

Herwaha ragehand, ew çekdarên DAIŞê bê ti astengiyeke hêz û milîsên Iraqê ji wan re hebe, li wan sînoran dizivirin û ev yek metirsiyeke mezine li ser asayiş û seqamgiriya Mûsilê.

Li gor Nuceyfî, ev tevgera çekdarên DAIŞê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê dibe sedem ku şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê dinava Mûsilê de bikevin tevgerê û dibe ku ev bajêr careke din bê dagir kirin.

Başa dön tuşu