NûçeIraqMafên MirovanRojhilatanavin

Berpirsekî Iraqî: Ji sedî 90 ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê ne diyar in

Endamekî hevpeymaniya Fetih got ku piraniya ziyanên êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê nehatine ragihandin.

Di dema ku artêşa Tirk êrîşên xwe yên esmanî û bejayî di çarçoveya operasyona bi navê “Pelge-Lock” de ku di 18ê Nîsanê de li bakurê Iraqê dest pê kiribû, zêde kir, hin rayedar û tevgerên siyasî yên li Bexdayê, Enqereyê bi koçkirina bi hezaran Kurdên Iraqê tawanbar kirin. .

Udey Ebdul Hadî yek ji serokên hevpeymaniya Fetih ragihand ku ji sedî 90ê ziyanên êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Iraqê nehatine eşkerekirin.

Ebdul Hadî amaje bi avakirina kamp û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî kir û got, ji sala 2003ê ve Tirkiyê bi dehan gundên kurdan wêran kirine û bi hezaran malbat koçber kirine.

Endamekî hevpeymaniya Fetih li Iraqê ragihand, ku heta niha zanyariyên derbarê van kiryarên Tirkiyê di medyayê de nehatine belavkirin û fişar heye ku ev agahî dernekevin û ev hemû jî di berjewendiya hinek aliyên Kurdistanî de ne.

Operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê piştî wê yekê hat, ku hikûmet û tevgerên siyasî bi tundî dijberiya hebûna leşkerî ya Enqerê li bakurê Iraqê kirin û berdewamiya êrişên esmanî yên Tirkiyê wek binpêkirina serweriya niştimanî wesif kirin.

Başa dön tuşu