CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka bi lawazî ya Amerîkayê li hember doza Îranê ya li Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê

Nûnera Amerîkayê wek bertekeka ji ser lawaziyê, hêjatiya Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê ji bo şopandina doza Îranê red kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, Cênîfêr Niyûstîd (Jennifer Newstead), nûnera Amerîkayê, roja Sêşemiyê, hêjatiya Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê ji bo şopandina doza Îranê ya dijî Amerîkayê li ser boykotên naqanûnî yên dijî Komara Îslamî ya Îranê, red kir.

Niyûstîd li roja duyemîn a civîna şopandina doza Îranê ya ji ber boykotên Amerîkayê li Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê li bajarê Laheyê yê Holendayê, îdia kir Têhran nikare belgeyekê nîşan bide ku vê dadgehê hêjatiya xwe ji bo şopandina vê dosiyê heye.

Îran li dû derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî li 8ê Gulana 2018an û vegeryana boykotên zalimane yên Waşîngtonê, dozekî li ser vê yekê ku ew boykot peymana dostaniya di navbera du welatan de binpê dikin, raberî Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê kir.

Yekemîn roja civînên guhdarîkirinê yên Dawana Navnetewî ya Daweriyê, li dosya binpêkirina Peymana Dostiyê ya sala 1955an, roja Duşemiyê 27ê Tebaxê bi serokatiya Ebdulqewî Ehmed Yûsiv, hate lidarxistin û parêzerên Îranê xwestin ku boykotên Amerîkayê dijî Îranê îbtal bibin.

Li gorî ragihandina Dîwana Navnetewî ya Dadweriyê, 4 civînan di 4 rojên bidûhev de tên lidarxistin ta ku xwesteka Îranê ya ji bo dayîna biryara demkî ya dijî Amerîkayê were hilkolandina.

Başa dön tuşu