ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên wezîrê karên derve yê Îranê li civîna Xezerê li Astaneyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li ser girîngiya ewlehî, aramî û tenahiya mayînde li Deryaya Kaspiyanê (Xezerê) pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya îranê, Mihemed Cewad Zerîf îro anku çarşem,iyê, 13`ê Tîrmeha 2016`an, li civîna wezîrên karên derve yên welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Astaneya paytexta Qezaqistanê tevî gotina viya ku xurtkirina dîplomasiya pêşgirane û têkoşîna hevpar li dijî gefan û çareserkirna nakokiyan ji riyên bi aştî wê rewşa pêwsît ji bo aştî û aramiyê li navçeyê dabîn bike, got: Ewlehî, aştî û tenahiya mayînde li Deryaya Xezerê ji bo gel û dewletên navçeyê gelek girîng e.

Zerîfî her viha got: Komara Îslamî ya îranê li ser vê bawerê ye ku zelalî, bikaranîna bi aştî ya deryayê, xwedûkirina ji rkeberiyên çekdariyê, garantîkirina bikaranîna hêzên leşkerî li peywendiyan, xurtkirina şêwaza niha her viha hevfêmkirina pêkhatî li daxuiyaniya serokên Asdtaraxana Rûsiyê li bara qedexetiya hebûna hêzên leşkerî yên welatekî din û amadetiya ji bo girtina rê li ber qeyran û bûyeran, wê rewşa pêwîst ji bo aştî û aramniyê li navçeyê dabîn bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê aramî û tenahî wek jêrbinaya her cûre geşepêdana aborî û rehetiya gelan da zanîn û bi bîr xist : Konvansiyona rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê belgenameyeke tam û giştalî ye ku maf û erkên welatên dorhêlî û xalên hevkarî û çalakiyan amade bike.

Zerîfî her wiha got: Geşepêdana mayînde, berçavgirtina berjewendiyên demdirêj ên komkî û bersivandina hewcetiyên nifşên niha û pêşerojê vê pêwsîtiyê radixe ber çavan ku welatên dorhêla Deryaya Xezerê tevî piştgiriya cidîd ji parastina jîngeha li ber ziyanê ya vê panatiya avî, xwe ji bikaranîna bêqayde û ziyana li çavkaniyên biyolojîk dûr bikin.

Wezîrê karên derve yê Komara islamî ya îranê got: Diyarkiirna bi insaf a sînoran li navçeyên avî yên Deryaya Xezerê lio rêza guhertinên herî girîng ên ber behs û gotûbêjê di navbera welatên dorhêla Deraya Xezerê ye û li vê çarçoveyê divê rewşa erdnigariya taybet a welatan ji bo bidestxistina encamên dadwerane ji bo aliyên têkildar were berçavgirtin.

Zerîf her viha got: Behrewergirtina ji xala insafê wek xaleke pejirandî li hiqûqa navneteweyî, bidestxistina rêçareyeke qebûlkirî ji gişt aliyan va ji bo diyarkirina rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê garantî dike.

Civîna yekrojî ya wezîrên karên derve yên pênc welatên dorhêla Deryaya Xezerê li Astaneya paytexta Qezaqistanê hatiye birêxistin.

Wezîrên karên derve yên Rûsiye, Qezaqistan, Komara Azerbaycan, Îran û Tirkmenistanê li bara mijara hevahengiya li warê konvansiyona rejîma hiqûqî ya Derayay Xezerê gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu