ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Emîrebdullahiyan li hember helwêstên dijî Îranê yên welîehdê siûdî

Alîkarê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, gotinên Muhemed bin Selman, welîehdê siûdî li dijî Îranê ji ber xewn û xeyala qaweta bidestxistî ya ji riya darbeya Alê Selman li Erebistanê da zanîn.

Huseyn Emîrebdullahiyan, alîakrê ewil ê serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî roja îniyê li twîtera xwe nivîsî: Ger li Riyazê hinekî eqlaniyet heba, ew nediketin nava qopiya Yemen û Behreynê û pişta xwe bi kopala rizyayî ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ve girênedidan.

Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê roja pênşemiyê li gotûbêja bi kanala CBS a Emerîkayê re Komara Îslamî ya Îran ku tim li dû çareserkirina pisrgirêkên navçê û peywendiyên baş bi welatên cînar re ye, bi talûke da zanîn.

Muhemed Bin Selman got: Ger Îran bombeya atomê çê bike, Erebistan jî dê bi zûtirkê vî karî bike.

Îdiayên pûç û bêbingeh ên kurê Melik Selman li bara bernama navokî ya Îranê li halekê ket rojevê ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê heya niha bi caran ser bi aşitîbûna xebatên navokî yên Îranê sekinîne.

Başa dön tuşu