EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li bara daxûyaniya Konseya wezîrên karên derve yê Yekîtiya Ewropayê

Berrdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji vîna Yekîtiya Ewropayê ji bo berfirehkirina peywendiyan digel Îranê û ji pêgiriya li ser soza dubare ya Yekîtiya Ewropayê li warê cihanîna tam a Lihevkirina Navokî ji aliyê hemî welatên têkildar va pêşwazî kir.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro anku duşemiyê li bara daxpûyaniya konseya wezîrên karên derve ya Yekîtiya ewropayê got: Gellek derfet ji bo kûrkirin û xurtkirina danûstandinên navbera Îran ê ûYekîtiya ewropayê hene ku rakirina pirsgirêkên bankî hokara kilîdî û bingehîn ji bo berfirehkirna hevkariyên ticarî, aborî û cihanîna projeyên hevpar e.

Qasimî got: Li gorî piştgiriya germî ya Yekîtiya Ewropayê ji tevlîbûna Îranê nav saziya cêîhanî ya ticaretê, Komara îslamî ya Îranê dixwaze ku ev yekîtiya li pêvajoya tevlîbûna Îranê nav vê saziyê pêngavan rabike.

Qasimî herviha redkirina daxûyaniya konseya wezîrên karên derve yê Yekîtiya Ewropayê li warê Mafên Mirovan, destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê amasdfe ye ku li fezayeke aram û ji riya gotûbêjê nêrîn û helwêstên ola pîroz a îslamê li warê mafên mirovan ron bike û ji bo nêziktirbûna du aliyan pêngavan rabike.

Berdevkê saziya dîplomasiya Îranê got: Îran bi rola bingehîn û girîng li warê pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyê hertim hewildaneke zêde ji bo çareserkirina siyasî û aram a qeyranên navçeyî ji wan li Sûriye, Yemen, Iraqê hebûye û hewil daye ku ji bo wêdabirina derd û rencên gelê mezlûm û bindest û bêberevan ê van welatan û li çaçova hevkariyên mirovhezane bi awayekî kêrhatî û çalak pêngavan rake.

Behramn Qasimî got: Ceribandinên mûşekî yên Îranê jî li çarçoveya siyasetên berevaniyê pêk tên û şiyanên berevaniyê yên Îranê bi ti awayê nabion mijara gotûbêjê.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê piştî civîna fermî ya îro duşemiyê li Brûkselê bi weşandina daxûyanioyekê ragihandin ku wê hewildana ji bo vegerandina peywendiyên vê saziyê digel Îranê bo riya diyarkirî di Lihevkirina Navokî ya sala buhurî (Sala 2015`an) de bidomînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu