NûçeRojhilatanavin

Bajarê Qedafî ji DAÎŞ ê hat rizgarkirin

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê bi temamî ji bajarê Sirtê yê Libyayê ku di heman demê de bajarê Serokê Libyayê yê berê Muammer Qedafî jî hatiye paqijkirin.

Berdevkê hêzên leşkerî yên hikûmeta Libyayê ragihand ku yekîneyên leşkerî yên ku ji bajarê Misratayê hatin bi piştgiriya balafirên şer ên Amerîkayê taxa Giza Bahriya ya bajarê Sirtê bi dest xistin û niha paqijiya mayîn û ewlehiya herêmê digirin.

Lê heta niha daxuyaniyeke fermî ku temamê bajarê Sirtê hatiye rizgarkirin nehatiye dayîn. Li gorî rayedarên fermî, 10 milîtanên rêxistina terorîst ku li Sirtê li ber xwe didan teslîmî hêzên ewlehî bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu