FilistînNûçeRojhilatanavin

Berteka li hemberî pejirandina qanûna zeftkirina axa filistîniyan

Saziyên Çep ên Rejîma Siyonîst pejirîna qanûna zeftkirina axa filistîniyan ji aliyê parlemana vî rejîmî mehkûm kirin.

Li gor rapora navenda ragihandina filistîniyan, Sê sziyên çep ên Rejîma Siyonîst li daxûyaniyên cuda cuda  pejirîna qanûna zeftkirina axa filistîniyan li qiraxa Rojavaya çemê Urdinê ji aliyê parlemana vî rejîmî mehkûm kirin.

Saziya “ Aşitiya Niha“ qanûna zeftkirina erdên filistîniyan wekî şermek ji bo Îsrayîl daye zanîn û nîgeraniya xwe ji pêşeroja vî rejîmî daye diyarkirin.

Saziya “Qanûn Heye “ jî ku li babeta berevaniya ji heq û mafê Filistîniyan dixebite qanûna zeftkirina axa filistîniyan li qiraxa Rojavaya çemê Urdinê ji aliyê parlemana vî rejîmî mehkûm kir û ragihand ku vê qanûnê tu hêtibarek tune û ev karê Kinistê bê exlaqî ye.

Saziya Bitselîm li erdên dagîrbûyî jî ragihand ku Rejîma Siyonîst pê qanûna zeftkirina axa filistîniyan li qiraxa Rojavaya çemê Urdinê nîşan da ku tu biryarek tune ku kutahiyê bide dagîrkirina axa Filistîniyan.

Parlemana Rejîma Siyonîstî roja duşemiyê pêşnumaya zevtkirina erdên filistîniyan û qanûnîzanîna çêkirina bajarokan li Filistîna dagirbûyî pejirand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu