IraqNûçeRojhilatanavin

600 iraqî ji navçeyên bin kontrola DAIŞ`ê gihîştin Kirkûkê

600 welatiyên sivîl bi revîna ji şaristana Hevîceya Iraqê ku niha di bin kontrola DAIŞ`ê da ye, xwe gihandine Kirkûkê.

Li gorî rapora Sûmiriye News`ê, rayedarekî ewlehiyê li Kirkûkê got: Pirraniya van kesan ku jin, zarok û kesên extiyar in, roja şemiyê ji derbasgeha El Debesê û mêhwerên Mekteb Xalid û Daqûqê li başûr û rojavaya Kirkûkê gihîştin vî bajarî.

Wî her viha got: Hêzên Pêşmerge tevî pêşwaziya ji wan, pêdiviyên veguhestina wan bo ciyên mayînê dabîn kirin.

Bajarê Kirkûkê her roj mêvandariya kesin dike ku ji navçeyên bin kontrola DAIŞ`ê direvin.

Şaristana Hevîce û hinekên din ji navçeyan hema wisa li bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê da ne.

Koma têrorîst û tejkfîrî ya DAIŞ`ê  sala 2014`an şaristana Hevîceyê li başûrê rojavaya parêzgeha Kirkûkê dagir kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu