ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Berteka Muqteda Sedr li hember mudaxila Erebistanê li Iraqê

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê helwêstên balyozê Erebistanê li Bexdayê ji ber mudaxila li karûbarên navxweyî yên Bexdayê rexne kir.

Li gorî rapora malpera kanala nûçan a El-Alamê, Muqteda Sedr rêberê Tevgera Sedra Iraqê ser dijberiya xwe li hember her cure mudaxila welatên cînar li dosiya zindaniyan li Iraqê nîşna da û tekez kir balyozê Erebistanê li Bexdayê, Samir El-Sebhan mafê seredana girtîgeha navendî ya El-Nasiriya Iraqê tine.

Di eynî demê de wezareta karên derve ya Iraqê banî Samir El-Sebhan balyozê Erebistanê li Bexdayê ji ber gotinên wî yên mudaxilkirane kiriye.

Samir El-Sebhan vê dawiyê li gotinên xwe îdia kiribû ku operasyona azadkirina Felûcê ji lepên grûpa terorîst a DAIŞ`ê hewldana ji bo guhertina nijyara nifûsa vî bajarî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu