CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka NY li hemberî astengiyên jibo dîplomatên îranî

Kiryara Amerîkayê ya sînordanîna jibo dîplomatên îranî li New Yorkê tûşî berteka NY bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, ji New Yorkê, Ferhan Heq, Alîkarê berdevkê Sêkrêtirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Duşemiyê tevî rexneya ji sînordariyên sepandî jibo sefera Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îran û kedkarên nûnertiya Îranê li NY, got: Me dilgiraniyên xwe bo Amerîkayê wek welatê mazûvan ragihandiye.

Ferhan Heq her wiha got: Sêkrêtirxaneya NY li gorî agahbûna ji sînordariyên berçavgirtî ji aliyê welatê mazûvan va ji bo kedkarên nûnertiya Îranê li NY, di têkilliya digel nûnertiya Amerîkayê li NY hewil dide ku dilgiraniyan ragihîne welatê mazûvan.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Yekşemiyê di axaftineke dijî debên dîplomatîk qala sepandina hin astengiyan jibo wezîrê karên derve yê Îranê di sefera wî ya New Yorkê kir. Wî got: Amerîkî dilgiranê bandordanîna seferên karî yên wezîrê karên derve yê Îranê li raya giştî ya Amerîka û cîhanê ne.

Di vê rewşê da Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Sepandina astengiya amadebûna li hin kolanên New Yorkê tu bandorekê li bernameyên karî yên wezîrê karên derve yê Îranê nake.

Amerîkayê û NY lihevkirinek hene ku li gorî wê divê rewş jibo çûyîna bo New Yorkê jibo dîplomatên biyanî were dabînkirin.

Başa dön tuşu