CîhanÎranNûçeRojhilatanavin
Berteka Qeterê li bara êrişa ser du niftkêşan li deryaya Umanê

Wezareta karên derve ya Qeterê daxwaza lêkolînên navneteweyî li bara êrişa ser du niftkêşan li Deryaya Omanê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Qeterê bi daxûyaniyekê êrişa ser du niftkêşan li Deryaya Omanê xirabkarane da zanîn û li bara gefa ewlehiyê li navçê hişyarî da.
Wezareta karên derve ya Qeterê got ku êrişa ser niftkêşan dê dûhatên bi talûke bo ewlehiya riyên ticareta navneteweyî hebe û ji hemî aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin û pêşiya gurrbûn aloziyan bigrin.