FilistînNûçeRojhilatanavin

Hevrêtîya gelê welatên islamî ligel filistînîyan li xwenîşandana Roja Hêrsê

Xwenîşandana Roja Hêrsê ji erdên dagirbûyî yên Fiilstînê derbas bû û bi hezaran kes ji niştecihên welatên ereb û misilman piştî nimêja înîyê bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişên Rêjîma Sîyonîst ser mizgevta Aqsayê, dest bi xwenîşandanê kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, libnanîyên niştecihê bajarokê Maros Reisê ku hevsînorê Filstînê ye, roja înîyê hevdeng ligel Filistînîyan li xwenîşandana piştgirîya ji mizgevta Eqasayê pişkdarî kirin.

Di vî halî da, niştecihên kempa Cermana li Şam paytexta Sûrîyê jî bi lidarxistina xwenîşandanekê, êrişa Rêjîma Sîyonîst ser mizgevta Eqsayê û bêdengîya welatên ereb li hemberî kiryarên vê rêjîma dagiker şermezar kirin.

Li Emana paytexta Urdinê û parêzgehên din ên vî welatî jî bi hezaran kesî bi xwenîşandanekê, xwestin ku welatên ereb û misilman li hemberî êrişên Rêjîma Sîyonîst ser mizgevta Eqsayê helwesteke xurt nîşan bidin.

Gelên Iraq û Yemenê jî bi nîşana piştgirîya ji Qudsê û berevanîya ji gelê Filistînê û mizgevta Eqsayê daketin kolanan û êrişên Rêjîma Sîyonîst ser vî warê pîroz şermezar kirin.

Di vî halî da, dema xwenîşana duh a filistînîyan li Qudsa dagirbûyî û baajrên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê ku bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişên Rêjîma Sîyonîst ser mizgevta Eqsayê û danîna berbendên ewlehîyê li derîyên wê hat lidarxistinê, herîkêm 4 filistînî şehîd bûn û nêzî 400 kesî jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu