EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Polîs û milîtanên çekdar bi hev ketin: 22 kuştî û 30 birîndar

Li bakurê Afganistanê di navbera hêzên ewlehî û milîtanên rêxistina Talîbanê de şerekî dijwar derket. Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Baglanê Zabihullah Şuca di daxuyaniya xwe de got: “Milîtanên Talîbanê di êrişa hemdemî ya li dijî noqteyên polîs û leşkerên artêşê de şerekî dijwar rû da.”

Zabihullah Şuca di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di pevçûna dijwar de 6 polîs û 16 milîtanên Talîbanê hatin kuştin, 3 polîs û 27 milîtan jî birîndar bûn. Piştî çûna hêzên piştgir endamên rêxistinê reviyan û niha pevçûn li derveyê bajêr dewam dike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu