CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Berteka Sazîya Hevkarîya Islamî li hemberî qanûna nijadperestane ya Welatê Cihûyan

Sazîya Hevkarîya Islamî, pejirandina qanûna nijadperestane ya Welatê Cihûyan li Parlimana Rêjîma Sîyonîst sersarîya tam li hemberî daxwaza civaka cîhanî, qanûn û biryarnamên navnetewî zanî.

Sazîya Hevkarîya Islamî di daxûyanîyekê da ragihnd ku pejirandina qanûna nijadperestane ya Welatê Cihûyan li Parlimana Rêjîma Israyîlê, karek di çarçova hewildanên vê rêjîmê ji bo cihanîna sîyaseta bicihkirina Cihûyan, ramalîna nijadî û berçavnegirtina hebûn, nasname, dîrok û mafên rewa yên gelê Fiilstînê da ye.

Di daxûyanîya Sazîya Hevkarîya Islamî da hatîye: Roja Çarşemê dê civînekê bi pişkdarîya endamên dayimî bi merema hevdengîya li hemberî qanûna nijadperestane ya Welatê Cihûyan ku li Parlimana Rêjîma Sîyonîst hatîye pejirandinê, lidar bixe.

Parlimana Rêjîma Sîyonîst di 19`ê Tîrmeha îsal da tevî nerazîbûna berfire ya derdorên filistînî û cîhanî pêşnîyarqanûna nijadperestane ya Welatên Cîhûyan pejirand.

Li gorî qanûna Welatê Cihûyan, Filistîn warê Sîyonîstan e û filistînî ji hemî mafên welatîbûnê û insanî tên bêparkirinê.

Qanûna Welatê Cihûyan ku yek ji ruknên plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê tê hesê ku ji hêla dewleta Amerîkayê va hatîye amadekirinê û cihanîna wê jî destpê bûye.

Başa dön tuşu