IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna li bara pevçûnên navxweyî li Iraqê

Sekreterê giştî yê Saziya Bedir a Iraqê li bara gêre û pevçûnên navxweyî li vî welatî hevgavê şerê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê hişyarî da.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Hadî Amirî sekreterê giştî yê Saziya Bedir a Iraqê îro bal kişande ser pevçûnên duh di navbera xwepêşanderan û hêzên elwehiya Iraqê li devera Kesk a Bexdayê û got: Şerê rastî yê me li hemberî têrorîsmê ye û divê ji pevçûnên din ên derveyî têkoşîna li hemberî têrorîsmê dûr bikevin.

Sekreterê giştî yê Saziya Bedir a Iraqê pêkutî kir ku di vê qonaxa hestyar da, divê helwestên siyasî bidin alîkî û hemî bi hev ra xwe jibo opêrasyona mezin a azadkirina Felûcê amade bikin.

Amirî berî viya jî ji alîgirên Saziya Bedrê xwestibû ku guh nedin propagandên medyayî û hemî bal û hêza xwe bidin ser têkoşîna li hemberî têrorîsmê.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, artêşê bi alîkariya hêzên eşîretên vî welatî, 25 malbatên iraqî (100 kes pirranî jin û zarok) li gundê Kesriyatê li wilayeta Enbarê li rojavaya vî welatî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê rizgar kirin. Ev malbatana ber bi devera bexdadî ku berî viya ji têrorîstan hatibû paqijkirinê, hatin veguhestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu