IraqNûçeRojhilatanavin

Berteka serokwezîrê Iraqê li hember alîgirên siyasî yên DAIŞ`ê

Serokwezîrê Iraqê hişyarî da grûpên curbicur ên ku eşkere û nepenî piştgiriyê didin terorîstên DAIŞ`ê.

Li gorî rapora televîzyona El-Iraqiyê, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî roja pênşemiyê nav koma eşîrên parêzgeha Necefê tekez kir komên ku bi piştgiriya DAIŞ`ê bûne sedema kuştina xelkê Iarqê, dê bi zûtirkê bikevin ber şopandina qanûnê û dewleta Iraqê qet dev ji mehkemekirina wan bernade.

Heydre Ebadî her wiha helwesta nerênî ya hin setelaytan dijî hêzên iraqî rexne kir û got. Ev kanal her carê ku iraqî li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin mîna dînan li dijî dewletê û gelê Iraqê dixebitin.

Serokwezîrê Iraqê her wiha sipasiya peyam û şîretên ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedr ê Iraqê li warê parastina can û malê xelkê vî welatî kir û ew peyameke giring û bingehîn da zanîn .

Heyder Ebadî cardinê DAIŞ wek komploya biyaniyan da zanîn û got ku hêzên ewlehiyê yên Iarqê bi fîdakariyên xwe karîn ku komployên biyaniyan ku nav DAIŞ`ê pêkhatibû bêencam bikin û şikest bidin.

Serokwezîrê Iraqê li dawiyê ji fraksiyon û tevgerên siaysî yên vî welatî xwest ku jibo rawestana li ber terorîstên DAIŞ`ê piştgiriyê bidin hêzên hevpar ên iraqî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu