NûçeRojhilatanavinSûriye

Berteka serokwezîrê Sûriyê li hemberî teqînên li Zeynebiya Şamê

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçan a Sûriyê (SANA), Wail Helqî serokwezîrê Sûriyê li civîna kabîna vî welatî tevî şermezarkirina êrişên têrorîstî yên ser Zeynebiye û deriyê bajarê Zeyabiyê li derdora şamê got ku armanca têrorîstan ji van karana xalifandina raya giştî ji ser serketinên artêşa Sûriyê ye.

Wail Helqî dewletên piştgirê têrorîsmê nemaze Tirkiye, Qeter û Erebistan berpirsê kuştina hovane ya sivîlan li Sûriyê zanî û ji civaka navnetewî xwest ku pêşiya dewama piştgiriyên daraiyê yên ku dewletên hanê didin têrorîstan bigire.

Îro di encama du teqînên li devera Zeynebiyê li başûra Şamê da herîkêm 20 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn ku tê gotin rewşa hin birîndaran xedar e.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsiya van êrişana girt ustiyê xwe.

21`ê Sibatê jî di encama 2 êrişên têrorîstî li Zeynebiyê da, 134 kes hatin kuştinê ku 97 kes ji wan sivîl bûn.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011 va bi piştgriya malî û locêstîk a welatên rojavayî û welatên paşvero yên ereb ên navçê ji komên têrorîst li Sûriyê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu