NûçeRojhilatanavinSûriye

Berteka Sûriyê li hember êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîstî ser balefirgeha T- 4`ê

Sîstema berevaniya hewayî ya Sûriyê, êrişa Rejîma Siyonîstî ser balefirgeha eskerî ya T- 4`ê li derdora Himsê bêencam kir û balefirên Rejîma Siyonîstî neçar kirin terka esmanê Sûriyê bikin.

Sîstema berevaniya hewayî ya Sûriyê, êrişa Rejîma Siyonîstî ser balefirgeha  eskerî ya T- 4`ê li derdora Himsê bê encam kir û derbe li yek ji balefirên  cengê yên  êrişkirê xist û balefirên din ên Rejîma Siyonîstî neçar kirin ku  terka  herêma hewayî ya  Sûriyê bikin. Çavkaniyan jî raghandin ku  dengê teqînan li vê balefirgehê hatiye bihîstin.

Li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyeke eskerî li hevpeyvîna  bi SANA NEWS`ê re got: Sîstema berevaniya hewayî ya Sûriyê yekşemiyê şevê êrişa Îsraîlê ser balefirgeha T- 4`ê li derdora  rojhilata Himsê bê encam kir û çend mûşekên ku balefirgeh dabû ber êrişê, sernixûn kir û derbe li yek ji balefirên  êrişkir xist û balefirên cengê yên din jî neçar kirin ku  terka  herêma hewayî ya Sûriyê bikin.

Ev balefirgeha  Nîsana buhurî ket ber êrişa du balefirên cengê yên F-15 û Sûriyê, Rejîma Siyoinîst berpirsê vê êrişê da zanîn.

Başa dön tuşu