CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Trump li hemberî hatina Serokwezîrê Japonyayê bo Îranê

Serokomarê Amerîkayê wek bertekeke bêtevger li hemberî sefera serokwezîrê Japonyayê bo Têhranê, got: Jibo hevhatina bi Îranê re hîn zû ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku heta çend rojan beriya niha bi caran peyam dabû Îranê ku amadeyî gotûbêjê ye, bi Twittekê tevî sipasiya ji sefera Şînzo Abêyê serokwezîrê Japonyayê bo Îranê, îdia kir ku jibo lihevkirina digel Îranê hîn zû ye û ne îranî û ne jî amerîkî jibo hevhatinê amade nînin.

Abê Şînzoyê serokwezîrê Japonyayê roja Çarşemiyê di serê desteyeka bilind a Siyasî hat Têhranê û bi rayedarên pileberz ên Îranê re hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê Japonyayê roja Pêncşemiyê di duyemîn roja sefera xwe bo Îranê, tev Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberrê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu