AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka wezareta karên derve ya Îranê li hemberî boykotkirina serokê Banka Merkezî ya Îranê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê wek berteka li hemberî boykotkirina serokê Baka Merkezî ya Îranê ji hêla Amerîkayê ve, pêgirî kir: Mafê bikaranîna hemî mêkanîzmên hiqûqî û sîyasî yên navnetewî ji bo sekinîna li hemberî kiryara wezareta xizînedarîya Amerîkayê ji bo Îranê parastî ye.

Wezareta xizînedarîyê ya Amerîkayê di 15`ê Gulanê de bi awayekî yekalî Welîyulah Sêyf serokê Banka Merkezî ya Îranê boykot kir, ev kiryara bi dû biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya di 8`ê Gulanê de ji bo vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî û sepandina dubare ya boykotan ser Îranê di heyama 3 heta 6 mehên bê de pêk hatîye.

Wezareta karên derve ya Îranê îro li daxûyanîyekê bi şermezarkirina kiryara Amerîkayê ya xistina navê serokê Banka Merkezî ya Îranê û yek ji rêvebirên wê di lîsteya boykotan de, ragihand: Dewama kiryarên bi vî rengî yên xirabkir û yekalî yên Amerîkayê dikare dûhatên nebaş ji bo peywendîyên navnetewî di warê darayîyê de bîne.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Helwest û kiryarên Amerîkayê nîşan didin ku ev dewleta qîmetê nade sozên navnetewî û wek dewleteke peymanşikên û beredayî ku rêzê li soz û peymanên navnetewî nagire xwe nîşanî  çavdêrên navnetewî daye.

Li dewama daxûyanîya wezareta karên derve ya Îranê hatîye: Rola Banka Merkezî ya Îranê di kivşkirin û cihanîna sîyasetên darayîyê û pêkanîna istiqrarê têkildarî dirafê welêt û diravên bîyanî de ji bo her çavdêrekî aşkira ye û ser vî esasî sepandina boykotan û bisînorkirina rayedarên Banka Merkezî ya Îranê, binpêkirina sozên navnetewî, peymanên û rismên dewletan têkildarî parastina istiqrara diravên navnetewî de ye.

Başa dön tuşu