ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna 2 nîşangehên navnetewî li Têhranê

Nîşangehên navnetewî yên “pêşeyên aşpêjxane, tenaşo, sona û istexr“ û “kaşî û siramîkê“ îro li cihê dayimî yê nîşangehên navnetewî li Têhranê destpê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, 25`emîn dewra nîşangeha navnetewî ya Kaşî û Siramîkê bi pişkdarîya zêde ji 200 şîrketên navxweyî û derveyî îro bi amadebûna Riza Hatemî cîgirê wezîr û Hisên Isfehbodî alîkarê wezîrê Pêşe, Meiden û Ticareta Îranê bi durişma “piştgirîya ji kel û pelên îranî“ destpê bûye.

Nîşangeha navnetewî ya Kaşî û Siramîkê dê heta 13`ê TÎrmehê berdewam be.

Li şanzdehemîn nîşangeha navnetewî ya “pêşe û alavên aşpêjxane, himam, sona û istexrê“ jî 187 şîrketên navxweyî û 43 şîrketên derveyî ji Çîn, Tayvan, Kanada, Îtalya, Ingilîs, Alman, Mecaristan (Hingarya), Tirkîye, Ermenistan, Fenland, Spanya, Portugal û Hong Kong pişkdar in.

Plankarîya ji bo pişkdarî û seredana çend desteyên bîyanî, lidarxistina çend konfirans û civînên pisporîyê bi amadebûna pêşesaz û mamostên zanîngehan ji wan programan in ku wê li rex vê nîşangeha çarrojî bên lidarxistin.

Başa dön tuşu