CîhanEwropaLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Bertekên cîhanî li hemberî Trump ku deshilata Rejîma Îsraîlê ser Girên Golanê bi fermî dizane

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li çarçova binpêkirina peymanên navneteweyî vê carê got: ‘Dema wê yekê hatiye Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê nas bike’. Ev gotina wî rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat.

Duhê êvarê Serokê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê ew peyama belav kir. Di peyama xwe de Trump wiha nivîsandiye: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”

Piştî tweeta Trump, Serokwezîrê rejîma Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji Twitterê razîbûna xwe ya ser gotinên Trump belav kir.Netanyahu da zanîn ku ‘’Trump bi awayekî wêrek desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê pejirandîye’’ û spasîya wî kir.

Lê belê li aliyê din ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê welat û rêxistinên navneteweyî hat.

Di vê çarçovê de alîkarê berdevkê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferehan Heq dagîrbûna girên Golanê ji aliyê Îsraîlê wek kiryareke neqanûnî da zanîn û diyar kir ku piştî gotinên Trump li bara Girên Golanê, ti guhertinek li helwêsta NY li bara van girên Golanê pêk nehetiye.

Herêma Girên Golanê yên Sûriyê di dema şerê şeş rojî yê sala 1967 ji aliyê  Rejîma Siyonîstî dagîr bû û perlemana vê rejîmê li sala 1981 ew beşek ji axa Îsraîlê da nasandin, lê belê endamên Konseya Ewlekariyê ya NY li wê salê bi weşandina biryarnama 497 bi eşkera ev biryara parlemana Îsrîlê red kir û girên Golanê yên Sûriyê da nasandin.

Gotinên Trump li bara Girên Golanê herwiha bû sedem ku Yekitiya Ewropayê (YE) van gotinên wî red bike û di vê çarçovê de berdevka Fedrîka Mogerînî Berpirsa Siyaseta Derve ya YE Maja Kocijancic (Maya Kosiyançîç) got: Helwêsta YE li bara vê yekêê ku Girên Golanê yên kîjanê ye neguhertiye.

Di vê çarçovê de Kosiyançîçê got: Li gor Mafên Navneteweyî, YE desthilata Îsraîlê li ser erdên ku sala 1967 dagîr kirin ji wan girên Golanê bi fermî nas nake û wê beşek ji axa rejîma Îsraîlê nizane.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereb Ehmed Ebûlxeyt jî şeva borî  gotinên Trumb bi provaksiyon û bi tehrîk û li dijî mafên navneteweyî dan zanînê û got: Gotinên serokê Amerîkayê Trump  rê ji bo deshilata Rejîma Îsraîlê ser Golana Sûriyê serast dike û eva kiryareke tam derveyî qanûn û huqûqên navneteweyî ye û em wê red dikin.

Ehmed Ebûlxeyt got: Ti welatek li her cih û mewqiyekê, heqê xwe tine rê ji bo deshilata Îsraîlê ser Golana Sûriyê serast bike, eger vî karî jî bike, ev kiryara ji babeta huqûqî ti qedr û qîmetek xwe tine .

Wî herwiha diyar kir ku li gor huqûqên navneteweyî û biryarnamên Konseya Ewlehiyê ya NY û Civakên Cîhanî girên Golanê parek ji axa Sûriyê ye.

Gotinên Trump herwiha bû sedema berteka Rûsyayê li hemberî wî di vê çarçovê de şeva borî endamê Komîteya Navneteweyî ya Konseya Ferdasiyona Rûsyayê Olg Marozov got: Rûsya qet deshilata Rejîma Îsraîlê ser Golanê bi fermî nas nake.

Marozov got: Hedefa serke ya serokomarê Amerîkayê ji vê gotinê eva ye ku Îsraîlê zêde ji her dem û gaveke din li Amerîkayê girê bide û jê re bibêje ku tenê piştgirê wê Amerîka ye û hedefa din jî eva ye ku welatên erebî zêde ji her dem û geveke din lawaz bike û di navbera wan de cudatî û nakokiyê şê bike û serê axirê jî wan bêxe bin bandora Amerîkayê .

Başa dön tuşu