ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Tenê bi mûşekek Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê 50 DAIŞ`î hatine kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên herêmî û meydanî ragihandin ku ji ber lêketina mûşekeke Sipahê Psadarên Înqilaba Îslamî li navenda fermandetiya Koma têrorîst a DAIŞ`ê li bajarê El Meyadînê li derdora Dêyr El Zorê li rojhilata Sûriyê, zêde ji 50 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li gorî rapora El Alemê, şeş kes ji van têrorîstan bi eslê xwe ji Lîbiyê bûne.

Çend kes ji serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji wan Ebu Asim El Lîbî û Ebdulqadir El Feranî nasyar bi Ebu Haris jî li vê êrîşê ahtine kuştin.

Heta niha hejmara goriyên 5 mûşekên din ji 6 mûşekên avêtî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ku bi awayê deqîq li navendên têrorîstan li Dêyrezora Sûriyê ketine, nehatiye weşandin.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Islamî ya Îranê êvara yekşemiyê bi armanca tembîkirina têrorîstên tekfîrî li Sûriyê, navenda fermandetî û kombûna û piştevanî û çêkirina erebeyên xwekujan li Dêyrezora vî welatî şeş mûşek kewkî kirin.

Ev mûşek bi derbasbûna ji esmanê Iraqê û 650 kîlomitran bi awayê deqîq li armancên jipêşdiyarkirî ketin.

Li pey cinayeta têrorîstî ya 7`ê Hezîrana 2017`an li Têhranê ku di encamê da 18 kes şehîd û hejmarek ji xelkê mezlûm û rojîgir yê Îranê jî birîndar bûn, Sipahê Pasdarên Înqilaba Islamî ya Îranê ragihandibû ku rijandina ti xwîneke paqij bêbersiv nahêle. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu