ÎranNûçeRojhilatanavin

Berxwedan tenê riya jinavbirina zext û zora aborî ya Amerîkayê ye

Nûnerê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî bal kişand ser zext û zora aborî ya Amerîkayê li dijî Îranê û got: Berxwedan tenê riya jinavbirina zext û zora aborî ya Amerîkayê li dijî Îranê ye.

Nûnerê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Seîd Celîlî şeva borî li hevpeyvîna bi kanala dudiyan ya televîziyona Îranê re anî ziman ku serokomarê Amerîkayê siyaseta zext û zora herî zêde li dijî netewê Îranê dişopîne û got: Amerîka baş dizane ku bijareya leşkerî li dijî Îranê ti feydeyeke xwe jê re tine û ji ber viya jî zext û zora aborî li dijî netewê Îranê bikar tîne.

Celîlî bal kişand ser şiyanên Îranê li ber boykotên Amerîkayê û got: Netewê Îranê ti caran dîkteya rojavayiyan û amerîkiyan napejirînin û li ber wan li ber xwe didin.

Nûnerê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî herwiha rexne li ewropiyan girt ji ber ku soz û peymanên xwe yên li gor Peymana Navokî ya bi Îranê re cih neanîne û got: Ji dema derketina Amerîkayê ji nav vê peymanê, ewropiyan qet bi zimanê xwe ji bo carekî jî ev kiryara Amerîkayê binpêkirina Peymana Navokî bi nav nekirin û tenê heyf û mixabiniya xwe dan diyarkirin û ti karekî din nekirin.

Başa dön tuşu