CîhanNûçe

Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro çû ser dilovaniya xwe

Serokê şoreşa Kubayê Fidel Castro di 90 saliya xwe de li paytexta Kuba Havanayê çû ser dilovaniya xwe.

Mirina serokê şoreşa Kubayê û Serokdewletê berê yê Kubayê Fidel Castro ji hêla televizyona dewletê ya Kubayê ve hate ragihandin.

Serokdewletê Kubayê Raul Castro di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê de got: “Serfermandarê şoreşa Kubayê, îşev (roja înê) saet di 22.29an de çû ser dilovaniya xwe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu