CîhanEwropaNûçeZanîstî

Bombeya na atomî ya herî bihêz a Çînê hat ceribandin

Kompaniya çêkirina çekan a Çînê bombeya herî bihêz a ne atomî ya vî welatî nasyar bi “Dayîka hemî bombeyan” bi awayekî serketî ceriband.

Rojnameya Global Times a Çînê roja Şemiyê nivîsî: “Kompaniya çêkirina çekan a Çînê ragihand: Vê kompaniyê ev bombe bi riya firokeyeka bomberêj a H-6k’ê di cihekî nediyar li Çînê bi awayekî serketî ceribandiye”.

Li gorî vê raporê ev bombeya mezin a çend tonî bi rihetî dikare avahiyên bitonî, sitargehên bin erdê û qahîmsaziyên leşkerî xopan bike.

Başa dön tuşu