NûçeRojhilatanavin

Beşar Ceferî gotûbêjên tev Dî Mîstorayî kêrhatî dan zanîn

Serokê taxima şandî ya dewleta Sûriyê bo Jênêvê, gotûbêjên tev Dî Mîstorayi kêrhatî dan zanîn.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê û ji zarê kanala El-Exbariyê, Beşar Ceferî serokê taxima şandiya dewleta Sûriyê bo Jênêvê çarşemiyê piştî gotûbêja tev Dî Mîstora şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê got ku dewreyek din jî tev Dî Mîstora gotûbêj kiriye ku kêrhatî bûye û li vê hevdîtin û gotûbêjan pêngavên pratîkî bona çareserkirina qeyrana Sûriyê rakirine.

Beşar El-Ceferî got ku îro her wiha şikl û şêwaza muzakiran û garantîkirina beşdariya nunerên neyarên sûrî li van muzakiran hilkolandine .

El-Ceferî tekez kir ku tu kes hêjayî hindê nîne ku xwe nunerê hemî komên neyarê sûrî bizane .

Serokê taxima şandî yê dewleta Sûriyê bo Jênêvê got: Her wiha mesela dewama derbasbûna terorîstan ji riya sînorên Tirkiyê bo axa Sûriyê xistiye rojevê û daxwaza parastina qayîde û qirraên navneteweyî li vê barê kiriye.

Beşa El-Ceferî ragihand ku li gorî meselên sereke yên hilxêsitî li gotûbêjên aşitiya Sûriyê, plana sênaryoya federalîzmê li vî welatî qedex ye û li halê gotûbêja li bara parastina yekitiyê li Sûriyê ne. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu