NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Her gavek ji aliyê Amerîkayê li bara Golana dagîrbûyî neqanûnî ye

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Netewyên Yekbûyî Beşar Ceferî duh di press konferansekê de got: Gotinên Trump ser Golana dagîrbûyî ti bandorekê li vê rastiyê nake ku Golan parek ji axa Sûriyê ye.

Li gor Al-Alamê, Beşar Ceferî pêgîrî kir ku dewleta Amerîkayê ti heqeke xwe tine li bara qedera Golanê biryarê bide.

Ceferî ji endamên Rêxistina Neteweylên Yekbûyî (NY) û Konseya wê ya Ewlekariyê xwest gotinên Trump şermezar bikin û ji bo parastina prensîbên NY û biryarnamên navneteweyî gavên pratîk bavêjin.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Netewyên Yekbûyî got: Her kiryareke Amerîkayê li bara Golana dagîrbûyî neqanûnî ye û ti qedr û qîmeteke xwe tine. 

Pêncşemê êvarê Serokomarê Amerîkayê Trump li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî: ‘’Piştî 52 salan, êdî dem hatiye ku Amerîka desthilata Îsraîlê ya li Girên Golanê ku bo îstiqrara herêmê cîhekî stratejîk e û bo ewlekarîyê girîng e, bipejirîne.”

Ev peyama Trump rastî bertekên tund ji aliyê rayedarên welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî hat û wan ev gotina wî şermezar kirin û desnîşan kirin ku girên Golanê yên Sûriyê ne.

Başa dön tuşu