FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Îsmaîl Heniye: Em pêwendiyên xwe yên bihêz ên bi Îranê re diparêzin. Îran li herêmê welatekî pir girîng e û em xwediyê têkiliyên stratejîk in

Berpirsê Ofîsa Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Hêvî dikim aştî û aramî dîsa li Sûriyeyê saz bibe û ev welat vegere rola xwe ya berê.”

Îsmaîl Heniye di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me ti carî dijmintiya gelê sûriyeyî nekir ji bo ku hikûmet û xelkê Sûriyeyê her dem piştgiriya me kirin. Me têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re bi dawî nekirine, lê ji mecburiyet em gihandin vê noqteyê. Têkiliyên me yên bi Misrê re rejim jî biguhere her dem stratejîk in. Pêwendiyên me bi Misrê re gelekî bihêz e.”

Heniye di dirêjiya axaftina xwe de got: “Em pêwendiyên xwe yên bihêz ên bi Qetar û Îranê re jî diparêzin. Îran li herêmê welatekî pir girîng e û em xwediyê têkiliyên stratejîk in. Herwiha Rûsya jî di siyaseta herêmê de terefekî mezin e.”

Başa dön tuşu