NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceiferî: Şeytana mezin Amerîka rê li ber gihandina alîkariyan digire

Nûnerê Sûriyê di Netewên Yekgirtî de, Beşar Ceiferî ragihand, ku Hikûmeta welatê wî razî bûye ku alîkariyên mirovî derbasî kampa Rukban a li ser sînorê Urdinê bike, lê dema ku tîma Netewên Yekgirtî ber bi wê navçeyê ve çû, rapor hatin şandin ku çekdarên DAIŞê wê dest bi êrîşê bike, lewra tîma Netewên Yekgirtî vegeriya.

Bi gotina Beşar Ceiferî: Astengiya sereke ji gihandina alîkariyên mirovî ji wê kampê re Amerîka ye, ji ber ku berpirsatiya peydakirina ewlehiyê ji kerwanê alîkariyan re, di stiwê Amerîka de bû.

Nêzîkî 80 hezar penaberên Sûrî di kampa Rukban de dijîn û ji meha Hizêrana derbasbûyî ve, ti alîkariyên mirovî derbasî wê kampê nebûne.

Başa dön tuşu