CîhanEwropaNûçe

Wergirtina dengan li hilbijartina serokomartiya Fransayê dest pê bû

Gelê Fransayê sibeha îro anku yekşemiyê, 23`ê Nîsana 2017`an, ji bo bijartina serokomarê nû yê vî welatî, di bin teybîrên giran ên ewlehiyê da çûn navendên dengdayînê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ev hilbijartin, yazdehemîn dora hilbijartina serokomartiya Fransayê ye ku 11 berendam têda rikeberiyê dikin.

Êmanoêl Mekron, berendama  Tevgera “Herrikbar“ û wezîrê aboriyê yê istîfakirî yê dewleta Franswa Oland, Mariyen Lopen, berendama partiya zêdegav a “Bereya Neteweyî“, Franswa Fiyon, berendamê Partiya Komarxwazan û serokwezîrê dewleta Nîkola Sarkozî û Jan Lok Milanşon, berendamê Bereya Çepan a Fransayê şanseke zêdetir ji bo gihîştina bo dora duyem a hilbijartinê hene.

47 miliyon fransî xwedan mercên dengdayînê ne.

Dengwergirtina ji rûniştiyên deverên wêdatir ji deryayan û fransiyên rûniştiyê welatên din roja buhurî pêk hat.

Dengwegirtina îro ku wê heta demjimêr 19`ê li gorî dema herêmî were domandin, ji ber nearamiyên vê dawiyê ji wan êrîşa têrorîstî ya DAIŞ`ê li ser polîsê Fransayê li Kolana Şanze Lîzeyê, di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê da tê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu