CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esad: Artêşa vî welatî îro rojê li halê pêkanîna hemaseyeka din ji hemaseyên izet û serbilindiyê ye û bi hewldana xwe, asoya serketina nêzîk kivş dike

Serokkomarê Sûriyê ragihand: Ev welata bi terorîsmekê re rûbirû ye ku heya niha di dîrokê de ji hêla berfiretî, berbelavkirina nefretê û kînê, qet nehatiye dîtin.

Li gorî raproa roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê bi minasibeta 72`yemîn salvegera pêkhatina artêşa Sûriyê, li gotûbêja bi belavoka Cêyş El Şebê (artêşa Gel), terorîstên tekfîrî, dijminên dîrokî yên vî welatî dan zanîn ku li bin siya piştgîriyên giştalî yên welatên navçê û derveyî navçê jibo serdestiya li ser hemî navçeyê hewl didin.

Serokkomarê Sûriyê, bal kişand ser destkevtên binirx ên vî welatî yên bi saya berxwedanê û got: Bi saya berxwedana artêşê, hevkariya gelanî û xwîna paqij a goriyan, destkevtên vî welatî li şerrê dijî terorîsmê hîn berdewam in.

Bişar Esed, Sûriyeyê dilê navçê û mêhwera sereke ya Rojhilata Navîn da zanîn û herwiha got: Artêşa vî welatî îro rojê li halê pêkanîna hemaseyeka din ji hemaseyên izet û serbilindiyê ye û bi hewldana xwe, asoya serketina nêzîk kivş dike.

Qeyrana li Sûriyê, ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku ji aliyê Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ve jibo jordaanîna dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokkomarê Sûriyê, tên piştgîrîkirin, dest pê bûye lê îro rojê bi berxwedana artêşa vî welatî li qada şerrê bi terorîstan, serketinên girîng bi dest xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu