NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Azadkirina bajarê Helebê destpêkek jibo azadiya hemî Sûriyê ye

Alîkarê wezîrê aborî û ticareta derve ya Sûriyê azadiya tam a bajarê Helebê ji destê terorîstan destpêkek jibo azadkirina gişt Sûriyê da zanîn.

Heyan Selman, alîkarê wezîrê aborî û ticareta derve ya Sûriyê, got her wek Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê, gotibû Heleb, destpêka azadkirina navçên din ên Sûriyê ji lepên terorîstan e û ev biryara ji mêj ve hatiye girtin. Exîl Eyd, nivîskar û karzanê eskerî yê Sûriyê, jî bal kişand ser vê yekê ku  serketina artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li Helebê, dê bi hemî serketinên berê re ferqa wê hebe û got: Azadiya tam a Helebê pêngavên din jibo azadiya Idlibê û piştî wê Reqe û Dêrezorê hêsan bike.

Di eynî demê de Arif El-Tewîl, endamê parlemana  Sûriyê, azadiya bi zûtirkê ya Helebê, encama  fîdakariya artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li meydana şerê li hember terorîzmê da zanîn û tekez kir: Terorîst piştî şikesta li Helebê, dê şer bibin navçên din, lê şerên pêşerojê bi giraniya şerê Helebê nabin û azadiya tam a  Helebê, dê derbeyeka giran li terorîstan û alîgirên wan xîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu