ÎranNûçeRojhilatanavin

Beşdariya berbiçava Îranê li nîşangeha navneteweyî a geştyariya Meqdûniyê

Odeya Îranê li nîşangeha navneteweyî ya geştyariya Meqdûniyê bi germî ji aliyê xelkê ve hat pêşewazîkirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, odeya Çarmihal û Bextiyariyê li nîşangeha navneteweyî ya geştyariya Meqdûniyê roja pênşemiyê bi beşdariya hin nunerên odeya geştyariyê û ajansên geştyariyê yên Meqdûniyê û bi beşdariya şîrketên geştyariyê yên Tirkiye, Bulxaristan, Sêrbêstan, Montênegro û Îranê li bajarê Skopiyê paytexta Meqdûniyê karê xwe destpê kir.

Nîşangeha geştyariyê ya Meqdûniyê hevgavê nîşangeha pirtûkan û nîşangeha zanîngehî ya vî welatî bo mideha 3 rojan li navenda lidarxistina nîşangehên Skopiyê mazovaniya xelkê dike .

Balyozê Îranê li Skopiyê, Seîd Sadiq Muhemedî li gotûbêja tev kovara geştyariya Meqdûniyê beşdariay li nîşangehên geştyariya her du welatan pêngaveke mezin bo nasiyarbûna gel û ajansên geştyariya Meqdûniyê ligel îmkanên geştyariya Îranê da zanîn û got : Têhran û Skpiye bi hebûna îmkanên berfireh dikarin li vî warî hevkariyên baş bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu