Beşdariya Îranê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024’ê

Dewsgirê Biryargeha Kompapûra Başûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala beşdariya vê hêzê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024’ê ya Hindê da bi papûra tevav-îranî ya Dênayê kir.
Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024’ê bi beşdariya zêdetirî 50 welatî ji wan Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bo heyama 8 rojan li du qonaxên Berderî û Deryayî li peravên rojhilatê Hindê tê lidarxistin.
Li gorî rapora IRIB News’ê, Emîr Edmîralê Duyem Celîl Muqeddem Dewsgirê Biryargeha Kompapûra Başûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Beşdariya bihêz a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024’ê ya Hindê da hevtûş digel peywendiyên baş û ber bi zêdebûnê digel Hêza Deryayî ya Hindê ye.